Vortex*en di dinya yê
Car carna a rastî : navên dîrektorên fîlîma, pêşîya navê fîlîma tê . Gaspar Noe jî dîrektorek wilo ye . Dema temaşevanên wî nasdikin fîlîmek li ser navê wî derdikeve gelek hestên wa li nav hev dikeve û dikeve geremole kê . Her fîlîmek wî serê mirov gêj dike û weke di nav topek di destê zarokekî de be. Ew top ewê biçe ku an lî kuderê bisekine ne dîyar e.Belkî di tiwalete bikeve qula gu belkî jî were çavê me derxe.Ev gêj kirin bi xêra şewkan u muzîke ye gelek carî .Berî gelek fîlîmê wî dest pê bike agahadarîyek heye: mirovên nexweşîya wan a epîlepsî heye bila li xwe miqate be :)
Ev fîlîmê îro ez ê li
ser piçekî tişt binîvisim ne ew qas bi şevk u muzik e lê fîlm têra xwe xemgin, acîz û tarî ye . Li festîvalê berî temaşevan li fîlm binerin Noe dibeje “Hûn ê hinekî xemgîn bibin, di vê fîlimê de
seks tune ye , lê pir drama heye . Destmalên xwe amade bikin û piştî fîlimê emê
hev bibînin”.
Fîlîmê Vortex ji du lehenga
pêk tê. Jin û mêrek. Navê lehenga di fîlm de em nizanin. Belkî li gor Noe hewce nake navên wan. Her du jî
extîyarin û di vê malê de zû de dijîn (em vê tiştê eşya ye di malê de fêm
dikin). Jin bi nexweşîya Demans ketîye loma nerînen wê zêde aciz u behntêng e. Mêrik
jî bî nexweşîya dil dijî lê dîsa jî li
ser xewna amadekarîya pirtûkê dike . Bi telefonê re dema li ser pirtûk dipeyîve
peyvek Oscar Wilde dibeje “ jîyan xewnek di xewnek e de ye ”. Du rêheval ê dî
hatîne dawîya partî ye . Nexweşîya
Demans ev partî ye nexweş dike û ê dî her du jî vereşin. Ê dî party diqede u
her kes bela wela dibe.
Noe her fîlîmêkî xwe de
tiştên nu diceribîne.Di ev fîlm de kamera 2 parçe ye . Li parçeyek merik heye û
di parçeye din jî jin heye. Her parçeyek kamera bi leheng re dimeşe u qut
nabe. Ev teknîka di fîlîm ji di Lux Æterna de nîşanî
me dide.Dibêje kêfa min ji ev teknîka hat û min xwast di ev fîlîm jî bi kar
bînim .
Di sekansa vekirina fîlm de peyvek li pêşîya me ye “Ji bo her kesê ku hişê wî berî dilê wan dirize”.
*Vortex : virvirok,
gerav, zivrek
ji hevalek min li ser ev fîlîm şîroveyek xurt dîyarî bo we
Elîxan Bozan

Hiç yorum yok:
Yorum Gönder