4 Nisan 2023 Salı

 

Êdî Ji Te Hez Nakim

 

          Fîlmê ez îro li ser binîvisim The Banshees of Inisherin (2022) di sala 1923 an de li girava xeyalî ya Inisher li perava rojavayê Îrlandayê, nêzîkî dawiya şerê navxweyî de ye. Padraic û Colm du hevalên pir baş in ku her roj ji bo vexwarinê li meyxaneya li giravê dicivin. Lê rojekê Colm ji bo vexwarinê nayê. Dema ku Padraic hewl dide ku fêm bike ka çi xelet e, Colm dibêje ku êdî naxwaze bi wî re biaxive û hew dibê je ez ê li kemana xwe bixim.



          Dominic û Siobhan, ku di fîlm de di navbera van her du hevalan de cih digirin. Rastiya ku Dominic wekî 'dînê giravê' cihê xwe di çîrokê de digire û Siobhan kesê herî jîr e ku li giravê dijî, piştgirî dide lêgerîna berevajîkirina çîrokê.

          Xwişka Padriacê ya pirtûkhêz, Siobhan hewl dide ku alîkariya birayê xwe yê bêçare yê ku ketiye valahiyê bike. Mixabin diçe bi Colm re bipeyive lê neçar dimîne. Ew dibêje ku ew ê êdî jiyana xwe bi hilberandina tiştekê derbas bike, ji bo ku bi kemana xwe kompozyonek nû çêbike dem jê re lazim e û naxwaze vî wextê hêja bi axaftinên vala yên Padraic re winda bike. Colm jî dibêje ger piştî vê yekê hewl bide bi wî re biaxive, dê tiliyek ji destê xwe yî ku li kemanê dixe jê bike. Ger ev yek cara duyemîn dubare bike, vê carê dê çar tiliyên xwe jê bike ku û êdî nikaribe li kemanê bixe. Padraic bela ku yeqîn nake hevalê wî zirar ê bide xwe û têgiştina wî de cih nagre dîsa dixwaze pê re biaxive.

          Jiyana li cîhek piçûk, ku hûn li ku derê cîhanê bin, dibe ku ji derve hêsan xuya bike, lê bi rastî ew pir dijwar e. Jîngeh bisînor e, fersend kêm in, danûstendinên we kêm in. Her kes her kesî nas dike, her kes bi adetên her kesî dizane. Di vê valahîye de Pádraic; sade, bisînor lê evîndar e. Ji hêla din ve Colm pir 'kûr' xuya dike ku ji destpêkê ve bi zilamek 'vala' mîna Pádraic re naxwaze wext bikuje. Pádraic bi Dominic re hêdî hêdî dest bi civatê dike û piştgirîyê ji xwe re dibîne rengê li şexsîyeta xwe nake refteran dike; carina derew li hevalê Colm ji bo kemanê hatîye giravê dike carina derîye mala wî dişkîne û bi peyvên dilmayîn dipeyive. Pádraic zû poşman dibe ji van refterên xwe ji ber ku ev şexs ne ya wî ye.

          Dîmene di fîlm de tên xûya kirin erdên beyar û vala lê bi keviran dîwarên stûr ên ku di navbera her duyan de pêçandî bûn, sînor bû ye û dengên li rûbar şerek navxweyî de heye. Ev şer ê her du lehengên me wek dîroka Îrlanda yê ne. Colm yek bi yek tiliyên xwe yî jêkirî mîna bombeyekê diavêje deriyê Padraic. Şopên xwînê ku di rê de li pey xwe dihêle û paşê kerê (Pádraic zêde jê hez dike) Padraic tilîkê dixwe jahrî dikeve û dimire. Pádraic jî ji bo tola xwe hilde mala Colm dişewitî ne. Ev hemû aksîyon wek şerekî ne dûr di navxweyî de ne.

          Di fînalê de, Siobhán ber bi pêşerojek nenas ve lê bi kelecan diçe, laşê Dominic di çem de diherike, Pádraicê tenê ye û pejirandina bêçare ya Colm li benda me ne. Dixwazim di vir de peyva Vîktor E. Frankl “Nexweşiya herî mezin a serdema me bê armancî, bêhtengî û bê wate yî ye.”  bînim bîra me. Gelo, rastî jî nexweşîya me, kêmasîya armancekê be ev armanc çi be ew ê qebûl bibe? Belkî jî nexweşîya me hewcedarîya/ lêgerîna kemasîyekê ye, belkî jî hesibandina mirovên dinyê ji bo yek armancê ye. Dixwazim bibêjim em karin senifandina mirovan li gor hebûna armancê bikin? Lê gelo mirov bê armanc jî karin xweş bijîn? Di vir de pirsek tê pêşîya me; mirov ji bo armaceke mezin bijî baş e, an jî ji bo jîyanek henûn, sade û evîndar bijî baş e? Belkî jî em ji dev derdê dinya yê berdin û her takekes tenê ji bo “başî” bijî û “vala” bin em ê çêtir bin.

        Jêrenotek piçûk di fîlm de bîra reş (Stout) tê vexwarin belkî dîrektor peyama xwe di vir veşartîye :)




  ji bo rast nivîsê gelek spas Gulokê :)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Di nav geremolekê; mirin

  Di  nav geremolekê : mirin Ji bo gelek kesan mirin u hebun ji hev cûda ye    lê bi min yan jî gorî teorîya hebûnê ne wilo ye. Hebûna me bi...