19 Temmuz 2023 Çarşamba

Di nav geremolekê; mirin

 Di nav geremolekê : mirin


Ji bo gelek kesan mirin u hebun ji hev cûda ye  lê bi min yan jî gorî teorîya hebûnê ne wilo ye. Hebûna me bi qasi tûne bûna me çawa bi qîmet be ; tûne bûn / mirina me jî li gor hebûna me bi qîmete. Ji bo ku meriv bîgêje ev têhigişta belkî jî gerek mirova wenda biki. 

An jî ev hevoka gerek wilo rast biki meriv di jîyana xwe de  çi qas merîvên nas kirî bimre/ tunne be ew kas qîmetê jîyanê zanî. 


Di demek nêz de mirovên emrê xwe têr jiyanî yanî piçkî extîyar hêdî hêdî kêm dibe. Xwezî hema her dem mirin bi dorê ba. 


1. Yek ji van şexsa bi qasî bavê min bû lê belê rêheval / dostek min bû. Dilê wî bi qasî okyanûsek bû. Ger ji xwedê yeqîn bikra îro di  nava bihûşteke de kêf kêfa wî bû. Xêra li mirovan kiriye belkî tû şêx nekiriye :) Ez ew qas bi wî bawerîm ,  karim bibim kefîlên gunehê wî ji. Li ser hevaltî, başî, henûn bûn, dilxweşîyê …hwd ew qas mînakêk baş bû meriv dibeje qey ev ji bo karek hatîye dinye. Brêz Ednan rîya te vekiri be



Yek ji wan îro mirina wî agahdar bûm. Dema ez li Stenbolê bûm , zaningeh dixwend min ew mirov nas kir. Lê berî ez wî nas bikim nivîsen wî dixwend ji rojname yan Taraf’ê.  Ji wir de bala mi n kişand ser xwe û ez bûm eleqedarê wî. Cara pêşî ez bi wî re giftigo kir min fêm kir ev zilam bi qasî simbêlen xwe balkêş û bi qqsî çavên xwe jî kûr e. Metelokêk piçûk ji bêjim; em kengî rûniştan li ser nasname xwe ye a cihû bûn re qet nedipeyivi. Lê carek hevalek me jî wî pirsî gelo tu cihû ye an na ? Bersivek qet ji bîra min dernakeve got : ji te re ewqas muhîm be were mala ez nîşanî te bidim ahahahaha :) temam belkî bi sixêf bû lê bi min mirovek ew qas zana  bersivek bisixêf da zêde kêfa min hatibû




Aa bisekin yeka din jî hat bîra min . Hevalek minî t*rk hê nû mejî yên wî dest bi şixûlê hebû. Min ew anî ligel Ronî ji bo ku hin pirw bike. Ew jî feqîro behsa şerên rizgarîyê kir û gote: em tirk, kurd, çerkez … hwd bi hevra şer kir û ev welat ava kir. Xwûna me hemûyan li Çanakkale heriki. Ma hewce îja em bi heb kevin. Ronî jî bi lez bersiva wî da ; belê şer kirin nehiştin derbas bivin lê dû heftê din dijmin li stenbolê araq vedixwarin ajajajjajajjaja :) 

Li ser Ronî margulies meriv kari gelek tiştan bêje lê rêya te jî vekiribe camêr. 


Elîxan Bozan

26 Haziran 2023 Pazartesi

Holy Spider

 

Holy Spider


Ev fîlmê Ali Abbasi 2022 an de derketîye pêşberî temaşavanan. Lê belê mijara fîlm di salên 2000-2001 an de li bajarê Meşhed ê hatîye jîyan kirin. Fîlm li ser vê mijara rasteqîn hatiye kişandin.

Leheng Saîd Azîmî, bavê çend zarokan e, xwedî jin û mal e. Berî em wî nas bikin tevlî şer bûye û heyf li xwe tîne, ji bo kû di şer de şehîd nebû ye. Ev zilam şevê bi motora xwe derdikeve nêçîra jinan(jinên ketine rîya nebaş, bi pere laşê xwe difiroşin, esrar vedixwin). Piştî yekê zeft dike tîne malê û bi paçika serê wê digre û  wê dikûje . Bi vî awayî 16 jinan dikûje lê belê ne asayîş ne jî kesî din zêde li ser vê mijarê nasekine. Heta ku rojnamevanek jin tê bajêr û xwe dixe şûna jinek wilo. Bi xêra vê jinê tê girtin û derdikeve dadgehê.


Pêvajoya dadgehê bi xwe wek fîlmek dine, ji ber ku kûjer dîn bûnê li ser xwe  qebûl nake û sûcên xwe  qebûl dike.Rewşa lehengê fîlm  têde ye bi nexweşîyek derûnî kare bê nîşandan. Xwe wek yekî karek baş kiriye dibîne û xwe weke leheng dihesibîne. Leheng bi kuştina jinên xirab bajêr paqij dike û xwe di rîya Îmam Riza û Xwedê de dibîne. Heta ku serê wî tê ber benê dardekirinê jî dibêje ez ê ji vî benî bifilitim.

Ev sendroma lehengê fîlm dijî, bi gelek navan tê binavkirin; sendroma mesîh, xelasker, hubrîs. Di vê nexweşiya derûnî de mirov xwe wek mesîh dibîne. Mirov dibêje bajar, welat, dinya di nav gûnehan de ye û tenê “EZ” karim vê yekê paqîj bikim… Loma xwe zêde mezin û bi hêz dibine. Ev mirovên nexweş bi taybetî xwe bi dîn girê didin. Daxwaziyên dîn ji wan re weke peywiran in. Gava van peywiran bi cîh tînin karin ji xwe û malbatên xwe ferexet bikin.

Dema çîroka vî mêrîk î diqede dîmenek watedar tê pêşîya me. Rojnamevan bi gelek malbat û kesan re roportaj dike, bi kurê lehengê fîlm re jî roportaj dike. Kurik bavê xwe tu carî sûcdar nabîne û dibêje bavê min me ji gemarekê xelas dikir. Ji bo ku kuştinên bavê xwe baştir qal bike li ser xwişka xwe ya biçûk îmajîne dike. Çogên xwe datîne ser stû yê xwişka xwe û bi pîyê xwe wê difetisîne. Ev dîmen gelek tîştan ji me re dibêjê.

Li ser Ali Abbasi jî mirov kare gelek tiştan bêje. Mixabin di her fîlmek xwe de surprîzek cuda rê temaşevan dide. Dîrektorên wek Alî Abbasî azadîyekê ji sînema ye re ava dikin.


Nivîs: Elîxan Bozan
Spas ji bo rastnivîs çepik ji  Gulokê re :)

26 Mayıs 2023 Cuma

Vortex

 

                                           Vortex*en di dinya yê


Car carna a rastî : navên dîrektorên fîlîma, pêşîya navê fîlîma tê . Gaspar Noe jî dîrektorek wilo ye . Dema temaşevanên wî nasdikin  fîlîmek li ser navê wî derdikeve gelek hestên  wa li nav hev dikeve û dikeve  geremole kê . Her fîlîmek wî serê mirov gêj dike û weke di nav topek di destê zarokekî de be. Ew top ewê biçe ku an lî kuderê bisekine ne dîyar e.Belkî di tiwalete bikeve qula gu belkî jî were çavê me derxe.Ev gêj kirin bi xêra şewkan u muzîke ye gelek carî .Berî gelek fîlîmê wî dest pê bike agahadarîyek heye: mirovên nexweşîya wan a epîlepsî heye bila li xwe miqate be :)

Ev fîlîmê îro ez ê li ser piçekî tişt binîvisim ne ew qas bi şevk u muzik e lê fîlm  têra xwe xemgin, acîz û tarî ye . Li festîvalê  berî temaşevan li fîlm binerin Noe dibeje  Hûn ê hinekî xemgîn bibin, di vê fîlimê de seks tune ye , lê pir drama heye . Destmalên xwe amade bikin û piştî fîlimê emê hev bibînin”.

Fîlîmê Vortex ji du lehenga pêk tê. Jin û mêrek. Navê lehenga di fîlm de em nizanin. Belkî li  gor Noe hewce nake navên wan. Her du jî extîyarin û di vê malê de zû de dijîn (em vê tiştê eşya ye di malê de fêm dikin). Jin bi nexweşîya Demans ketîye loma nerînen wê zêde aciz u behntêng e. Mêrik jî bî nexweşîya dil dijî lê dîsa jî  li ser xewna amadekarîya pirtûkê dike . Bi telefonê re dema li ser pirtûk dipeyîve peyvek Oscar Wilde dibeje “ jîyan xewnek di xewnek e de ye ”. Du rêheval ê dî hatîne  dawîya partî ye . Nexweşîya Demans ev partî ye nexweş dike û ê dî her du jî vereşin. Ê dî party diqede u her kes bela wela dibe.

 

Noe her fîlîmêkî xwe de tiştên nu diceribîne.Di ev fîlm de kamera 2 parçe ye . Li parçeyek merik heye û di parçeye din jî jin heye. Her parçeyek kamera bi leheng re dimeşe u qut nabe.  Ev teknîka di fîlîm ji di Lux Æterna de nîşanî me dide.Dibêje kêfa min ji ev teknîka hat û min xwast di ev fîlîm jî bi kar bînim .

 


Di sekansa vekirina fîlm de peyvek li pêşîya me ye “Ji bo her kesê ku hişê wî berî dilê wan dirize”.

*Vortex : virvirok, gerav, zivrek

ji hevalek min li ser ev fîlîm şîroveyek xurt dîyarî bo we 

Nivîs

Elîxan Bozan

26 Nisan 2023 Çarşamba

Li ser Ausländer Beg

 

                                                Li ser Ausländer Beg

 

Çîroknûs û romannûsê hêja Helîm Yûsiv di berhema Ausländer Beg de, ya ku ji 28 kurteçîrokên wî pêk tê. Çapa yekem kewçêr 2011 ‘da hatîye çapkirin . Dema min nû dest bi xwandina pirtûkê kir  çav gerand her çîrok li ser nave Ausländer Beg hatiye afirandin min go belkî li ser zilamêk almanî hatîye nivîsandin lê ne wilo ye. Ausländer bi zimanê almanî tê wateya “Bîyanî” û çîrokên hatîye nivîsandin bi giştî li ser ev wateyê ye. Helîm Yûsiv di destpêka pirtûkê de “bîranîna yekem ya nivîskarekî “Ausländer”  de behsa çîroka xwe û bîyanî ya xwe dike. Her wiha di jîyana “Ausländer”  de bive çi jî ew mirov êdî hew bîyanî ye û ev pirtûk baş ev fam kirin dide.


         Di ev 28 kurteçîrokan de her çîrok bi navek din û bi bûyerek din li pêşîya me ye.Ev meselên Ausländer Beg bi şêweyekê trajîkomîk û  realist , bi  zimanek paqij û fesîh tên xwandin. Ausländer beg ji welatê xwe ji bo jîyanek rehet bijî hatîye Elmanya ye û li vir jî bo bi cîh bive mafê runiştinê bistîne dest bi derewan dike. Paşê em dibînin ev derewên kiriyê êdî rastîya wî ye . Lehengê pirtûkê carna welatparêz e carna oldar carna jî demokrat û entelektuel e. Le bi rastî her dem li gerîna bi cîheke ye ev ger jî carna jî ber ser êşa wî carna jî ji reva pirsa “sen turk musun ? “ te.



         Ev leheng carna bi nivîskar rastî hev tên û serpêhatîyên wan jî balkêş e. Mîna ku  Ausländer Beg ji ber zêde pişta wî diêşe û nizanî elmanî biaxîve nivîskar alîkarîya wî dike . Dema doktor û nivîskar li ser mijara peyvên Erebî zêde di turkî heye an jî Kurdî gelo niqaş dikin . Doktor derzî li pişta wî dixe lê zêdetir diêşe û ev sûcê êşe dikeve stûyê belengazê nivîskar .

         Ausländer Beg di her çîrokê de me şaş dike ku tiştên em hêvî nakin dike belkî ji ew ji şaş dibe ji ber ew ji xwe êdî nas nake. Mirov bîyanî yek  be li durî welatê xwe penaber bijî rewşek tevlîhev e. Ev tevlîhevî bi xwe re gelek problem çê dike. Tiştên cuda ne hew navê welat e. Ev tiştan ziman, zagon, çand, edet...hwd. Ev tiştan bi xwe nasname yek nû diafirine ji bo  kesayetî ye. Mirovên nasname di penabertîye de ava dikin gerek ev tiştan bi nû hîn bibe, qebûl bike lê rabirdûya xwe ji bîr neke.

 

Di dawîya pirtûke de beşek kurt heye û wilo diqede

“Her dem dengê ken reş bû.
Her dem rengê girî spî bû.
Di navbera reş û spî de jî, rengê xerîbiyê hebû.
Kirasekî di vî rengî de, xwe li jiyana min pêçabû û ew spartibû dîwarê mirinê.
Ne jiyana min bi dawî dibû, ne jî dest pê dikir.
Wisa rawestiyayî, ji xwe re, li her du çavên xweşik yên mirinê, dinêrî.”

Elîxan Bozan

4 Nisan 2023 Salı

 

Êdî Ji Te Hez Nakim

 

          Fîlmê ez îro li ser binîvisim The Banshees of Inisherin (2022) di sala 1923 an de li girava xeyalî ya Inisher li perava rojavayê Îrlandayê, nêzîkî dawiya şerê navxweyî de ye. Padraic û Colm du hevalên pir baş in ku her roj ji bo vexwarinê li meyxaneya li giravê dicivin. Lê rojekê Colm ji bo vexwarinê nayê. Dema ku Padraic hewl dide ku fêm bike ka çi xelet e, Colm dibêje ku êdî naxwaze bi wî re biaxive û hew dibê je ez ê li kemana xwe bixim.



          Dominic û Siobhan, ku di fîlm de di navbera van her du hevalan de cih digirin. Rastiya ku Dominic wekî 'dînê giravê' cihê xwe di çîrokê de digire û Siobhan kesê herî jîr e ku li giravê dijî, piştgirî dide lêgerîna berevajîkirina çîrokê.

          Xwişka Padriacê ya pirtûkhêz, Siobhan hewl dide ku alîkariya birayê xwe yê bêçare yê ku ketiye valahiyê bike. Mixabin diçe bi Colm re bipeyive lê neçar dimîne. Ew dibêje ku ew ê êdî jiyana xwe bi hilberandina tiştekê derbas bike, ji bo ku bi kemana xwe kompozyonek nû çêbike dem jê re lazim e û naxwaze vî wextê hêja bi axaftinên vala yên Padraic re winda bike. Colm jî dibêje ger piştî vê yekê hewl bide bi wî re biaxive, dê tiliyek ji destê xwe yî ku li kemanê dixe jê bike. Ger ev yek cara duyemîn dubare bike, vê carê dê çar tiliyên xwe jê bike ku û êdî nikaribe li kemanê bixe. Padraic bela ku yeqîn nake hevalê wî zirar ê bide xwe û têgiştina wî de cih nagre dîsa dixwaze pê re biaxive.

          Jiyana li cîhek piçûk, ku hûn li ku derê cîhanê bin, dibe ku ji derve hêsan xuya bike, lê bi rastî ew pir dijwar e. Jîngeh bisînor e, fersend kêm in, danûstendinên we kêm in. Her kes her kesî nas dike, her kes bi adetên her kesî dizane. Di vê valahîye de Pádraic; sade, bisînor lê evîndar e. Ji hêla din ve Colm pir 'kûr' xuya dike ku ji destpêkê ve bi zilamek 'vala' mîna Pádraic re naxwaze wext bikuje. Pádraic bi Dominic re hêdî hêdî dest bi civatê dike û piştgirîyê ji xwe re dibîne rengê li şexsîyeta xwe nake refteran dike; carina derew li hevalê Colm ji bo kemanê hatîye giravê dike carina derîye mala wî dişkîne û bi peyvên dilmayîn dipeyive. Pádraic zû poşman dibe ji van refterên xwe ji ber ku ev şexs ne ya wî ye.

          Dîmene di fîlm de tên xûya kirin erdên beyar û vala lê bi keviran dîwarên stûr ên ku di navbera her duyan de pêçandî bûn, sînor bû ye û dengên li rûbar şerek navxweyî de heye. Ev şer ê her du lehengên me wek dîroka Îrlanda yê ne. Colm yek bi yek tiliyên xwe yî jêkirî mîna bombeyekê diavêje deriyê Padraic. Şopên xwînê ku di rê de li pey xwe dihêle û paşê kerê (Pádraic zêde jê hez dike) Padraic tilîkê dixwe jahrî dikeve û dimire. Pádraic jî ji bo tola xwe hilde mala Colm dişewitî ne. Ev hemû aksîyon wek şerekî ne dûr di navxweyî de ne.

          Di fînalê de, Siobhán ber bi pêşerojek nenas ve lê bi kelecan diçe, laşê Dominic di çem de diherike, Pádraicê tenê ye û pejirandina bêçare ya Colm li benda me ne. Dixwazim di vir de peyva Vîktor E. Frankl “Nexweşiya herî mezin a serdema me bê armancî, bêhtengî û bê wate yî ye.”  bînim bîra me. Gelo, rastî jî nexweşîya me, kêmasîya armancekê be ev armanc çi be ew ê qebûl bibe? Belkî jî nexweşîya me hewcedarîya/ lêgerîna kemasîyekê ye, belkî jî hesibandina mirovên dinyê ji bo yek armancê ye. Dixwazim bibêjim em karin senifandina mirovan li gor hebûna armancê bikin? Lê gelo mirov bê armanc jî karin xweş bijîn? Di vir de pirsek tê pêşîya me; mirov ji bo armaceke mezin bijî baş e, an jî ji bo jîyanek henûn, sade û evîndar bijî baş e? Belkî jî em ji dev derdê dinya yê berdin û her takekes tenê ji bo “başî” bijî û “vala” bin em ê çêtir bin.

        Jêrenotek piçûk di fîlm de bîra reş (Stout) tê vexwarin belkî dîrektor peyama xwe di vir veşartîye :)




  ji bo rast nivîsê gelek spas Gulokê :)

Di nav geremolekê; mirin

  Di  nav geremolekê : mirin Ji bo gelek kesan mirin u hebun ji hev cûda ye    lê bi min yan jî gorî teorîya hebûnê ne wilo ye. Hebûna me bi...