26 Haziran 2023 Pazartesi

Holy Spider

 

Holy Spider


Ev fîlmê Ali Abbasi 2022 an de derketîye pêşberî temaşavanan. Lê belê mijara fîlm di salên 2000-2001 an de li bajarê Meşhed ê hatîye jîyan kirin. Fîlm li ser vê mijara rasteqîn hatiye kişandin.

Leheng Saîd Azîmî, bavê çend zarokan e, xwedî jin û mal e. Berî em wî nas bikin tevlî şer bûye û heyf li xwe tîne, ji bo kû di şer de şehîd nebû ye. Ev zilam şevê bi motora xwe derdikeve nêçîra jinan(jinên ketine rîya nebaş, bi pere laşê xwe difiroşin, esrar vedixwin). Piştî yekê zeft dike tîne malê û bi paçika serê wê digre û  wê dikûje . Bi vî awayî 16 jinan dikûje lê belê ne asayîş ne jî kesî din zêde li ser vê mijarê nasekine. Heta ku rojnamevanek jin tê bajêr û xwe dixe şûna jinek wilo. Bi xêra vê jinê tê girtin û derdikeve dadgehê.


Pêvajoya dadgehê bi xwe wek fîlmek dine, ji ber ku kûjer dîn bûnê li ser xwe  qebûl nake û sûcên xwe  qebûl dike.Rewşa lehengê fîlm  têde ye bi nexweşîyek derûnî kare bê nîşandan. Xwe wek yekî karek baş kiriye dibîne û xwe weke leheng dihesibîne. Leheng bi kuştina jinên xirab bajêr paqij dike û xwe di rîya Îmam Riza û Xwedê de dibîne. Heta ku serê wî tê ber benê dardekirinê jî dibêje ez ê ji vî benî bifilitim.

Ev sendroma lehengê fîlm dijî, bi gelek navan tê binavkirin; sendroma mesîh, xelasker, hubrîs. Di vê nexweşiya derûnî de mirov xwe wek mesîh dibîne. Mirov dibêje bajar, welat, dinya di nav gûnehan de ye û tenê “EZ” karim vê yekê paqîj bikim… Loma xwe zêde mezin û bi hêz dibine. Ev mirovên nexweş bi taybetî xwe bi dîn girê didin. Daxwaziyên dîn ji wan re weke peywiran in. Gava van peywiran bi cîh tînin karin ji xwe û malbatên xwe ferexet bikin.

Dema çîroka vî mêrîk î diqede dîmenek watedar tê pêşîya me. Rojnamevan bi gelek malbat û kesan re roportaj dike, bi kurê lehengê fîlm re jî roportaj dike. Kurik bavê xwe tu carî sûcdar nabîne û dibêje bavê min me ji gemarekê xelas dikir. Ji bo ku kuştinên bavê xwe baştir qal bike li ser xwişka xwe ya biçûk îmajîne dike. Çogên xwe datîne ser stû yê xwişka xwe û bi pîyê xwe wê difetisîne. Ev dîmen gelek tîştan ji me re dibêjê.

Li ser Ali Abbasi jî mirov kare gelek tiştan bêje. Mixabin di her fîlmek xwe de surprîzek cuda rê temaşevan dide. Dîrektorên wek Alî Abbasî azadîyekê ji sînema ye re ava dikin.


Nivîs: Elîxan Bozan
Spas ji bo rastnivîs çepik ji  Gulokê re :)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder