Li
ser Ausländer Beg
Di ev 28 kurteçîrokan de her çîrok bi navek din û bi bûyerek din li pêşîya me ye.Ev meselên Ausländer Beg bi şêweyekê trajîkomîk û realist , bi zimanek paqij û fesîh tên xwandin. Ausländer beg ji welatê xwe ji bo jîyanek rehet bijî hatîye Elmanya ye û li vir jî bo bi cîh bive mafê runiştinê bistîne dest bi derewan dike. Paşê em dibînin ev derewên kiriyê êdî rastîya wî ye . Lehengê pirtûkê carna welatparêz e carna oldar carna jî demokrat û entelektuel e. Le bi rastî her dem li gerîna bi cîheke ye ev ger jî carna jî ber ser êşa wî carna jî ji reva pirsa “sen turk musun ? “ te.
Ev
leheng carna bi nivîskar rastî hev tên û serpêhatîyên wan jî balkêş e. Mîna
ku Ausländer Beg ji ber zêde pişta wî
diêşe û nizanî elmanî biaxîve nivîskar alîkarîya wî dike . Dema doktor û
nivîskar li ser mijara peyvên Erebî zêde di turkî heye an jî Kurdî gelo niqaş
dikin . Doktor derzî li pişta wî dixe lê zêdetir diêşe û ev sûcê êşe dikeve
stûyê belengazê nivîskar .
Ausländer
Beg di her çîrokê de me şaş dike ku tiştên em hêvî nakin dike belkî ji ew ji
şaş dibe ji ber ew ji xwe êdî nas nake. Mirov bîyanî yek be li durî welatê xwe penaber bijî rewşek
tevlîhev e. Ev tevlîhevî bi xwe re gelek problem çê dike. Tiştên cuda ne hew
navê welat e. Ev tiştan ziman, zagon, çand, edet...hwd. Ev tiştan bi xwe
nasname yek nû diafirine ji bo kesayetî
ye. Mirovên nasname di penabertîye de ava dikin gerek ev tiştan bi nû hîn bibe,
qebûl bike lê rabirdûya xwe ji bîr neke.
Di dawîya pirtûke de beşek kurt heye
û wilo diqede
“Her dem dengê ken reş bû.
Her dem rengê girî spî bû.
Di navbera reş û spî de jî, rengê xerîbiyê hebû.
Kirasekî di vî rengî de, xwe li jiyana min pêçabû û ew spartibû
dîwarê mirinê.
Ne jiyana min bi dawî dibû, ne jî dest pê dikir.
Wisa rawestiyayî, ji xwe re, li her du çavên xweşik yên mirinê,
dinêrî.”
Elîxan Bozan


Hiç yorum yok:
Yorum Gönder