26 Nisan 2023 Çarşamba

Li ser Ausländer Beg

 

                                                Li ser Ausländer Beg

 

Çîroknûs û romannûsê hêja Helîm Yûsiv di berhema Ausländer Beg de, ya ku ji 28 kurteçîrokên wî pêk tê. Çapa yekem kewçêr 2011 ‘da hatîye çapkirin . Dema min nû dest bi xwandina pirtûkê kir  çav gerand her çîrok li ser nave Ausländer Beg hatiye afirandin min go belkî li ser zilamêk almanî hatîye nivîsandin lê ne wilo ye. Ausländer bi zimanê almanî tê wateya “Bîyanî” û çîrokên hatîye nivîsandin bi giştî li ser ev wateyê ye. Helîm Yûsiv di destpêka pirtûkê de “bîranîna yekem ya nivîskarekî “Ausländer”  de behsa çîroka xwe û bîyanî ya xwe dike. Her wiha di jîyana “Ausländer”  de bive çi jî ew mirov êdî hew bîyanî ye û ev pirtûk baş ev fam kirin dide.


         Di ev 28 kurteçîrokan de her çîrok bi navek din û bi bûyerek din li pêşîya me ye.Ev meselên Ausländer Beg bi şêweyekê trajîkomîk û  realist , bi  zimanek paqij û fesîh tên xwandin. Ausländer beg ji welatê xwe ji bo jîyanek rehet bijî hatîye Elmanya ye û li vir jî bo bi cîh bive mafê runiştinê bistîne dest bi derewan dike. Paşê em dibînin ev derewên kiriyê êdî rastîya wî ye . Lehengê pirtûkê carna welatparêz e carna oldar carna jî demokrat û entelektuel e. Le bi rastî her dem li gerîna bi cîheke ye ev ger jî carna jî ber ser êşa wî carna jî ji reva pirsa “sen turk musun ? “ te.



         Ev leheng carna bi nivîskar rastî hev tên û serpêhatîyên wan jî balkêş e. Mîna ku  Ausländer Beg ji ber zêde pişta wî diêşe û nizanî elmanî biaxîve nivîskar alîkarîya wî dike . Dema doktor û nivîskar li ser mijara peyvên Erebî zêde di turkî heye an jî Kurdî gelo niqaş dikin . Doktor derzî li pişta wî dixe lê zêdetir diêşe û ev sûcê êşe dikeve stûyê belengazê nivîskar .

         Ausländer Beg di her çîrokê de me şaş dike ku tiştên em hêvî nakin dike belkî ji ew ji şaş dibe ji ber ew ji xwe êdî nas nake. Mirov bîyanî yek  be li durî welatê xwe penaber bijî rewşek tevlîhev e. Ev tevlîhevî bi xwe re gelek problem çê dike. Tiştên cuda ne hew navê welat e. Ev tiştan ziman, zagon, çand, edet...hwd. Ev tiştan bi xwe nasname yek nû diafirine ji bo  kesayetî ye. Mirovên nasname di penabertîye de ava dikin gerek ev tiştan bi nû hîn bibe, qebûl bike lê rabirdûya xwe ji bîr neke.

 

Di dawîya pirtûke de beşek kurt heye û wilo diqede

“Her dem dengê ken reş bû.
Her dem rengê girî spî bû.
Di navbera reş û spî de jî, rengê xerîbiyê hebû.
Kirasekî di vî rengî de, xwe li jiyana min pêçabû û ew spartibû dîwarê mirinê.
Ne jiyana min bi dawî dibû, ne jî dest pê dikir.
Wisa rawestiyayî, ji xwe re, li her du çavên xweşik yên mirinê, dinêrî.”

Elîxan Bozan

4 Nisan 2023 Salı

 

Êdî Ji Te Hez Nakim

 

          Fîlmê ez îro li ser binîvisim The Banshees of Inisherin (2022) di sala 1923 an de li girava xeyalî ya Inisher li perava rojavayê Îrlandayê, nêzîkî dawiya şerê navxweyî de ye. Padraic û Colm du hevalên pir baş in ku her roj ji bo vexwarinê li meyxaneya li giravê dicivin. Lê rojekê Colm ji bo vexwarinê nayê. Dema ku Padraic hewl dide ku fêm bike ka çi xelet e, Colm dibêje ku êdî naxwaze bi wî re biaxive û hew dibê je ez ê li kemana xwe bixim.



          Dominic û Siobhan, ku di fîlm de di navbera van her du hevalan de cih digirin. Rastiya ku Dominic wekî 'dînê giravê' cihê xwe di çîrokê de digire û Siobhan kesê herî jîr e ku li giravê dijî, piştgirî dide lêgerîna berevajîkirina çîrokê.

          Xwişka Padriacê ya pirtûkhêz, Siobhan hewl dide ku alîkariya birayê xwe yê bêçare yê ku ketiye valahiyê bike. Mixabin diçe bi Colm re bipeyive lê neçar dimîne. Ew dibêje ku ew ê êdî jiyana xwe bi hilberandina tiştekê derbas bike, ji bo ku bi kemana xwe kompozyonek nû çêbike dem jê re lazim e û naxwaze vî wextê hêja bi axaftinên vala yên Padraic re winda bike. Colm jî dibêje ger piştî vê yekê hewl bide bi wî re biaxive, dê tiliyek ji destê xwe yî ku li kemanê dixe jê bike. Ger ev yek cara duyemîn dubare bike, vê carê dê çar tiliyên xwe jê bike ku û êdî nikaribe li kemanê bixe. Padraic bela ku yeqîn nake hevalê wî zirar ê bide xwe û têgiştina wî de cih nagre dîsa dixwaze pê re biaxive.

          Jiyana li cîhek piçûk, ku hûn li ku derê cîhanê bin, dibe ku ji derve hêsan xuya bike, lê bi rastî ew pir dijwar e. Jîngeh bisînor e, fersend kêm in, danûstendinên we kêm in. Her kes her kesî nas dike, her kes bi adetên her kesî dizane. Di vê valahîye de Pádraic; sade, bisînor lê evîndar e. Ji hêla din ve Colm pir 'kûr' xuya dike ku ji destpêkê ve bi zilamek 'vala' mîna Pádraic re naxwaze wext bikuje. Pádraic bi Dominic re hêdî hêdî dest bi civatê dike û piştgirîyê ji xwe re dibîne rengê li şexsîyeta xwe nake refteran dike; carina derew li hevalê Colm ji bo kemanê hatîye giravê dike carina derîye mala wî dişkîne û bi peyvên dilmayîn dipeyive. Pádraic zû poşman dibe ji van refterên xwe ji ber ku ev şexs ne ya wî ye.

          Dîmene di fîlm de tên xûya kirin erdên beyar û vala lê bi keviran dîwarên stûr ên ku di navbera her duyan de pêçandî bûn, sînor bû ye û dengên li rûbar şerek navxweyî de heye. Ev şer ê her du lehengên me wek dîroka Îrlanda yê ne. Colm yek bi yek tiliyên xwe yî jêkirî mîna bombeyekê diavêje deriyê Padraic. Şopên xwînê ku di rê de li pey xwe dihêle û paşê kerê (Pádraic zêde jê hez dike) Padraic tilîkê dixwe jahrî dikeve û dimire. Pádraic jî ji bo tola xwe hilde mala Colm dişewitî ne. Ev hemû aksîyon wek şerekî ne dûr di navxweyî de ne.

          Di fînalê de, Siobhán ber bi pêşerojek nenas ve lê bi kelecan diçe, laşê Dominic di çem de diherike, Pádraicê tenê ye û pejirandina bêçare ya Colm li benda me ne. Dixwazim di vir de peyva Vîktor E. Frankl “Nexweşiya herî mezin a serdema me bê armancî, bêhtengî û bê wate yî ye.”  bînim bîra me. Gelo, rastî jî nexweşîya me, kêmasîya armancekê be ev armanc çi be ew ê qebûl bibe? Belkî jî nexweşîya me hewcedarîya/ lêgerîna kemasîyekê ye, belkî jî hesibandina mirovên dinyê ji bo yek armancê ye. Dixwazim bibêjim em karin senifandina mirovan li gor hebûna armancê bikin? Lê gelo mirov bê armanc jî karin xweş bijîn? Di vir de pirsek tê pêşîya me; mirov ji bo armaceke mezin bijî baş e, an jî ji bo jîyanek henûn, sade û evîndar bijî baş e? Belkî jî em ji dev derdê dinya yê berdin û her takekes tenê ji bo “başî” bijî û “vala” bin em ê çêtir bin.

        Jêrenotek piçûk di fîlm de bîra reş (Stout) tê vexwarin belkî dîrektor peyama xwe di vir veşartîye :)




  ji bo rast nivîsê gelek spas Gulokê :)

Di nav geremolekê; mirin

  Di  nav geremolekê : mirin Ji bo gelek kesan mirin u hebun ji hev cûda ye    lê bi min yan jî gorî teorîya hebûnê ne wilo ye. Hebûna me bi...